laqî xezałê
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
1 minutes
741 views
dû laqî dirêj û şûş û estûr
wek kołekey darjê le kafûr
gułmey belekanî her wekû nûr
deydawe le banî herde ew nûr
pawane le qaç û pê kirabû
duř daneyî zorî wê xirabû
deykird ke le lence ew be pence
dêwane debowe boyî gence
katê degeřa le baẍ û çîmen
wek tawsî mest bû be dîmen
şoxêkî wekû xezałe şořê
nabêtewe ta zewî degořê
lewhey ke gutûme çunke çatir
nagutrê be şî’ir xo zyatir
bê deng lewey debim ke wabê
ew baseye çûn tewaw nabê