dû memkî xezał

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  587 views
dû memkî wekû henar herdûk
turit û xiruxoł û zar û be kiłûk
mey xoş û le baẍî sîneda qinc
bawî nedebû bewane narinc
lew řijde we mûyekî xirabûn
bew meřmeře heławe sabûn
destit ke be tundî wê kewtiban
wa nask û turit bû deçirjan
’aşiq ke le bo dewayî zame
dabayewe pence lew şemame
deykirdewe sêre wek penîrî
dû cogeyî çûn hebû le şîrî
şîr û şeker û guław û mêxek
lew baẍe debîndirawe yek yek