demî tengî xezałê

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  482 views
dem teng be řengî ẍunçe guł bû
derman û dewayî derdî dił bû
lêwî ke debû be zerde yaqût
bew zerdewe ẍunçe guł depşikût
çun zarî ewende teng û xiř bû
wabê ke neçê lewêwe sincû
katî bize wek gułî beyan bû
her ew deme dem xiř û cwan bû
ew dem gułe wa leber diłan bû
serçaweyî jînî ’aşiqan bû
wek qend û nebat bû witarî
ew dem ke dehate der le zarî
şîrîn be şikił û terze şîrîn
neşmîl û lebar û wêne nexşîn