biroy xezałê

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  490 views
bo nexşî biroyî wek kewanî
daman û neman ma be manî
peywest û řeş û dirêj û barîk
wêney şewezeng sya û tarîk
nexşênerî wêneyî cwanî
kêşayî le piştî çawekanî
dû xencerî dem řeşî debanî
bo sîng diřînî ’aşiqanî
mêḧrabî diłan ke bû biroyî
kiřnoşî debird xełke boyî
ger dił be řiqî byaye berdaş
deykird be biroyî qaşî dû qaş
ḧorî le ber ew biroyî taqe
girbûy dûsed ẍem û meraqe
’aşiq be pejare deyřiwanî
lew mangî nwêy piş mujanî