kezî xezałê

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  517 views
dû zulfî dirêjî wek qûlî řeş
wêstabû le dewrî řûmetî geş
lew berzewe nokerî ewî bûn
bew řijdewe boye wa çeqî bûn
řeşmarî syayî řijd û lêjî
deygirtewe bejnekey dirêjî
xoyan ke fiřê deda le şanî
ew mare be şeř degeyne panî
ger lûl debowe we ser berew jûr
degrawe be mîsk goyî kafûr
biskî ke gełayî řuyî guł bû
ew tepkeyî piř bełayî dił bû
hewdayî le dawî mûyî xawî
kê bû kewe derbiçê le dawî?
piř pêç û be ałqe bûne zincîr
bo girtinî newciwane ya pîr