basî awedan bûnewey xakî gewrkan lelayen hozî gewrkewe
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
1 minutes
645 views
ew herde le xakî kurdekane
bew hoze ke bowe awedane
serkirdeyî wane sê bira bûn
katê ke le yektirî cuda bûn
ew mułkeye beş kira be sê beş
her yek beşe mułkî na le baweş
heweł ke gewrekî lêřeware
mełbend û sinûrekey dyare
dûhem ke gewrkî sabłaxLocatione
pa deşte weya çya û şaxe
sêhem ke gewrkî mîre dêye
lew hane wiłatekey cwêye
hersêk bedîmen û cwanin
xawen be çya û kwêstanin
kêw û kejekanî wane xoşin
cê řawin û cêge ’eyş û noşin
dengî kewe lew çyayî zenwêr
hełdeřjê ke awî řijd û hełdêr
řengî gułî ger deda le deştan
bo ew keje dił debê perêşan