namenûsînî şêxî ’areban le eḧmed’aẍa

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 3 minutes  726 views
bo gewreyî bałekane name
nûsî be hezar aw û tame
nexşa serekey be nêwî yezdan
fermandeyî aw û baw û baran
ew daner û řeng řêjî ’erze
ew hełderî asmanî berze
ew hêzî kiranî da be însan
wa řoyî le mang ebû be mîwan
pêẍemberî nardûn be ’îzzet
ta bibne be şew çirayî mîllet
serdarî ewane mustefa bû
ew gewreyî xêłî enbya bû
le dwayî senayî ew xudaye
dawam le mîrî gewre waye
ew eḧmede lawe her bimênê
ba seřseřî merg neydiřênê
geş bê gułe sûrî awetî ew
neşkêtewe şan û şewketî ew
neybê çi ẍem û beław derde
bê şîwen û nałe bê le herde
baraneyî negbetî hejarî
ta mawe leser serî nebarî
ḧałim debzane çone yarim
mawêke le bo weẍem be barim
tirsim heye ger çiroyî jînim
biřzêt û emin eto nebînim
çawim kewe her le layî goře
to deng le êmeda megoře
ba aştewe bîn û ba bira bîn
bo ême bira le yek cuda bîn?
pîrêkim û siste pêw wilatim
bo bałeke xo dena dehatim
fermû were małekem be qurban
danîşe be řûyî geş degełman
biřwane be dîde to le qur’an
xêrî heye řû bikey le xizman
zû bifře be bał wek quřînge
karim heye karekem girînge
bew name cwane řû ke êre
ew hatne bo herayî şêre
şêrê le nizar û çuxrî minda
yaẍî buwe wayî lew diřinde
war û wişeye bewre bê ke tûşî
wek lûşe beşer hełîdelûşî
keł bête ser ew be zorebanî
deyxatewe her be pîle panî
çincorkî ke dawe ew le nawik
deyxatewe wirde wek çirawik
lew şêreyî girje mû û birsî
kê bê ke nelerzê û netirsî?
ey xan e to ke qaremanî
şêr xoreyî senger û şeřanî
bo kuştinî şêr bê diroye
hewyam elêre her be toye
xo êwe degeł minîş ke nedwên
bo ew şeře şêre her debê bên
lew name ke nûsrawe řaze
deydawe we yek miroyî aza
deygut ke eto biřo be piřtaw
her bîde we destî eḧmedî law
bîhêne ke hat û nokerî be
bo girtinî esp meyterî be
řoyî çeperî ’ereb nebû gîr
ta name degeyye eḧmedî jîr