dîdarî nesrîn û babî

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  500 views
ew kîje be cergî wek kebabî
katê ke le dê degeyye babî
lêy kird siławe ew be nałîn
ew baye wełamî dawe şîrîn
be diłêkî peşêw û zar û ẍemgîn
awayî dewa dekird be birîn
deygut kiçe to bext biłindî
derçûy ke leser serayî kundî
min detkeme çake û te’arf
to mare dekem kiçim le marf
çun xizme le řîşeda le toye
şû her bike řołe bew miroye
hełkewtuwe to lewî binoře
lêy sił mebe lîçekey ke şoře
kiç meylî eger be şû nedayî
ger mare kirî dirust nabî
xo naye be şer’î ême marey
kîjê bibrê le kêw û parey
her lew deme hate pêş xatûn
dedwawe heweł çel ew le beybûn
bew daxewe sînekey debirjî
řûy kird le şîx ew be girjî
fermûyî ke xan nêremûke
şeqłî neşkawe kîj û bûke
çun mawe wekû heweł kiçênî
bo danî be şûye danemênî