řoyştinî xatûn berew bałek

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  491 views
şew sêłî ke ladeçû leser nûr
dinya be sipî degeřa be kafûr
kafûrî dehat û řeş debu win
řoyî lew wiłate borî çiłkin
ew care leser çya û kosar
kafûr firoşra be dînar
hestawe le xew jinî bełek çaw
hênayî le nokeran dû law
deydawe bewane yeksim û çek
ew řûyî berew çyayî bałek
be swarîy espe řoyî xatûn
dû nokerî şeřkerî degeł bûn
řoyî wekû baz bew wełaẍe
ta geyye be gundî eḧmed’aẍa