hatne meydanî teymûr bo şeřî eḧmed’aẍa

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  615 views
ew care ke boy deçû we teymûr
dêwezmey dił sya û bê nûr
nêzîk debowe ger le xanî
bo xoy û hemû řefîqekanî
wek bewre cwanî ser be şořş
dîbirdewe bo ewane hêrş
şîrêkî le ser terîde dawe
dû qełit debû we ew biřawe
teymûr ke kewt û bû be dewłet
debřa le dizu û çetane taqet
yekyan nedemawe bê qutare
kujranewe ew le kêw û pare
termek bû le axir û diřałan
dexurawe be qişkełe û be dałan
deykuşt ke ew çetane ewcar
nesrînî le espekey dekird bar
aẍa le beraber ew cwane
nedwawe elew şeře û çetane
basî nedekird ew le kuştinî wan
lew barewe yek dem ew nededwan
pêy neng bû ew řeşîde merde
bidwê ke le xoyî ya le cerde
tarîf le xoyî bo řeşîdî
her pîşeyî tirsinoke îdî
her ḧîze ke serkewê debê har
deykate beẍłuwe û be hawar
çun merd û dilêre deng naka
ger seddî sikenderî xera ka