basî teymûrî çete û çawpêkewtinî be eḧmed û nesrîn

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  475 views
lew kêwe hebû qełayekî kon
lewda hebû çen diz û çetey mon
çil dane terîde lew qełaye
dabûn, le bo xełk bełaye
tałan ke pîşe bû le bo wan
řoja ne le řaw û řût dedwan
awatî ewane řêgrî bû
řêyan le ’alemê biřê bû
serkirdeyî ew dizane teymûr
bo ew dize her be nêw û mû zûr
çen şoře swarî ser biřîbûn
çen dane miroyî zig diřîbûn
çen małî le jîn û mał kirdibû
gyan û serî ser bizêwî birdibû
řû tirş û biro be ginc mil kûř
bed gûz û be řeng û řuyî teymûr
wek ẍûl şeřanî û girj bû
bedxû û bed û řeş û birjyû
teymûr ke eḧmedî cwanî
bew kîje cwane dîy le kanî
wek şêr le sengerî çyada
hesta û be de’ye xoyî bada
destûrî deda be penc cerde
ger biçne ser ew sware merde
şimşîrî biden le şa řeganî
bî biřnewe darekey jyanî
herçî kewe bê ebe û sware
lew espe zîn û pûł û pare
dwa kuştin û zig diřên û girtin
ew małe wedes bixen le dujmin
bo êwe ḧełałe çî ke małe
her ew kiçe perye çaw kejałe
małî mine bo minî bihênin
gułẍunçeyî nerme neyjekênin
memkî xiř û turtî ew cwane
meyşêrnewe małî gewre tane