nexşey eḧmed bo firîw û řifandinî nesrîn

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  504 views
ca ew deme xusrewî ciḧêłan
řûy nawe le daw û fend û fêłan
dekşawe be fêł bo dwawe
bo layî ewane zû geřawe
ço pêşewe bê hera le wane
yecgar be şerim û zîrekane
deykirdewe gaz wa le berzî
tunîm be çi core bême ’erzî?
ew espeyî min ewende hare
nasewrê le çoł û kêw û pare
herkatê ke dabezim le bo aw
lew cêye deka semaye be liẍaw
yektan pyałe ba le awê
bê zeḧmete piř bika le çawê
bênît û neka le ême bêzê
ba bigrê le řêbware řêzê
bîda, we desim le êre tûnîm
karî çîye ew bewey ke min çîm?
beybûn wehayî gut be nesrîn
bew cameyî ger be zêře nexşîn
bo wî bere awe zû be çawim
gyan û diłim ey kizey henawim
ew kare be destî to ke deykem
çarem nîye ey cwane çîbkem?
destim çepełî ewende pêwe
bîdem le bilûre ya le zêwe
ger bêytewe bor ’eybe bome
denkatewe ew sware lome
herçende sware naşnase
be řwałetî ew miroyî xase