wituwêjî eḧmed’aẍa degeł beybûn

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  658 views
aẍa ke le diłberî hełengût
gułẍunçeyî awetî depşikût
pirsî heweł ew demey hewałî
bo zer buwe şagułî cemałî?
deygut ke le bo eto jekawim
nûrî nîye dû gilêney çawim
wek sûre kiłoke xo nemawim
bê hêz û jekaw û dûre awim
şamîwî řegey diłim delerzî
barîke leşim deçê le derzî
bejnim kewe ’eř ’eřî şikawe
tewrî xeme lew biney dirawe
sîngim ke tenûrî řenc û derde
ḧewsałe dedem le sîne berde
nermayî nemawe zor zûre
girnałe le çeşnî berde zûre
memkim ke wekû henar, wabûn
lîmoyî serayî padşa bûn
ewřoke bibîne çirç û çołn
serd û siře her wekû sehołn
min bê xewu bê neşew wenewzim
taławî gerûme awî zimzim
çarem çîye? serniwîşte waye
řeş poşim û her beşim bełaye
ewhey ke syaye serniwîştî
deşkê bedesî zemane piştî
fałî ewe let let û şirołe
estêreyî bextekey kiłołe
lew katewe bextî mil keçim dî
nazanî ke çon dejîm û çim dî?
wek kew ke eto fiřî be bałî
çêştûme gelê swêr û tałî
wey kwêrewerîm ewende dîwe
baweř ke diłim be ẍem teqîwe