basê le şew beserdahatnî eḧmed’aẍa

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  714 views
bûlêłe biřî le řoj zerdî
şew xêwetî hełdeda le herdî
dêwezmeyî şew řeşî depoşî
dinyayî denawe ew le koşî
şit, pakî dekewte bin dewarî
řengî şewe lew şewey debarî
ew herde hemû řeş û syabû
sîpayî leser zewî biřabû
win bu le dewen geła û tûle
kirbûye be qûle kunde hûle
laçu le zewî cwan şengî
teq teqkere bû le kêw dengî
bulbul be sedayî xoş û nermî
şayerbû le baẍda be germî
awazeyî bo gułan dexwênd
deybest qerar û merce be swênd
detgut be gime û be nałequmrî
çûn dûre perêzî yare degrî
deykirdewe şîn, kasełey şîn
bo ’aşiqî bê qerar û ẍemgîn
estêreyî geş mijołî desřî
çawî zeqî ew le ’erz debrê
deykirdewe ta wekû beyanî
bo şayî qulan pasewanî
şew perçemî ger be şane dada
mamz le çirîke xoy pena da
eḧmed le nuwałî kêw û pare
deykird wełaẍekey çeyare
hên ’aciz û siste pel bibû ew
řoyştinit le ’erz û lêy kewt xew
ew řojeye çun geřa heta şew
karêkî bewey nebû leber xew
neyzanî kwêye ew zemîne
cêyekî besame ya emîne
nêzîke le dêw û awedanî
têydaye şetawe ya ne kanî
meylî ke nebû le nan û awe
lew çołe be nustinê ḧesawe