diłî sûta be ḧałî zarî tîflî diłim û çarî kird

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 2 minutes  2869 views
diłî sûta be ḧałî zarî tîflî diłim û çarî kird
serî zułfî le dem na, zehrî marî piř be zarî kird
be ser řuxsarî zerdida cogeley kêşawe eşkî sûr
be yadî serwî bałayek ewendem şîn û zarê kird
hucûmî hîndiwî xet ser ferengistanî řuxsarî
be ḧeşrê bû, wekû ew ḧeşre «mîqado» be «çar»y kird
witûyane ke nan ew naneye emřo le ser xwane
çuwe, çû, pê çuwe, kem ’eqłe her kes basî parî kird
qisey zułfî ewende tûlî kêşa taqetî çû xoy
witî: şew nîwe bû, nebřayewe, kê basî marî kird
le bo îmdadî giryanim, derûnî kirdime xwênaw
le çawim seyrî ken em ḧukme cerg û diłmî carî kird
xetî piştî lebî dî, bûme çar ebro witî: witman
ke her kes bextyare îxtyarî çar yarî kird
beyanê hate baẍ ew mahe, em wa tê geyî řoje
le şebnim, guł be damen gewherî hêna, nîsarî kird
«řeḧe» bew şêtye elḧeq qisêkî ’aqłaney wit:
minim ’aqił le bergî ’arîye xomim ke ’arî kird
diłî bê bare, mayey kare, her kes karûbarî xoy
le dinyada, mweffeq bû be dił tefwîzî barî kird
cinûnî new zuhûre meḧuyaPen name dêwanegî mensûr
ke dêwanen hemû ma’îl be berd, ew meylî darî kird