be surme boye dulber xencerî mujganî da perdax

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  2451 views
be surme boye dulber xencerî mujganî da perdax
diłî hełnagrê bibyê le kuşte dengî of û ax
be tîrê kuştimî, hełyawesîm, sûtandimî, řoyî
du’a bo ḧîfzî ken, kê dîwye canane wa gustax
guł û laleyî kej û ko, kohken dênêtewe fikirim
ke xûnî naḧeqî ew mewc eda îsteş le kêw û şax
le ber qapî xerabata, ke ya řeb dayme awa bê,
meger xakê be ser da kem, bikem gahê demaẍê çax
xerabî ’îşqî to wa bê ser û saman û derwêşe
serî bê tace, kulbey bê dere, dîwarî bê saçax
negeyne ke’bey amale hemû esbabî amade
ke deste: bê ’esa, pê: xawse, yek qet’e řê: qumłax
le řeşkî seydî fîtrakî çi şîrîn şehsewarêke
ke meḧwîPen name! her wekû dêwane, ’enqa kewte şax û dax