sikałay eḧmed le des felekî kec řeftar
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
4 minutes
810 views
ew care giley le des felek bû
hawarî le çerxî piř kełek bû
fermûy feleka eto leser çî?
xistûtme bin beław û perçî
mêşey xefetî diłim be same
piř darî biçûke ya zelame
biřwane eto le lêřewarim
min xawenî sedhezar darim
her داە nimûne bo ẍemêke
her pelkeyî wêne matemêke
hewdayî řegim kişa be derdan
hałoze be dem diřo û berdan
diłxoşî min felek meḧałe
her taweye ẍem dekey ḧewałe
wîstûte hemîşe dił be ẍem bim
le xwênî diłim bixom û cem û bim
wîşk witeřî derd û ẍem leser min
wakewtuwe dił peşêwe dujmin
dujmin bezeyî be ḧałî zarim
da dît û etoyî buye marim
piř zar dekey diłim hemû dem
peydabuwebome derd û werhem
bew gerdişî toye asmana
lêm botewe lêł ew jyane
beybûn kewa jyanî min bû
gîrawe be destî towe win bû
ew xezne ke kewte destî qařûn
dekira le telesme her be efsûn
ew şoxe cwane wadebû win
wek berd le gomî qûł û bê bin
ey way felek le karî to way
yek dane ser û hezar sewday
herdem be heraw û zebruzengî
wek bûqelemûn çende řengî
kê bê, le hełoyî to ke řizgar
bê, ey feleka nebê ke zamar
bîdey be kesê eto ke şekirî
dwayî dexwa be bar jehrî
çî kirduwe ey felek gelî kurd?
cergî be çeqoyî ẍem dekey wird
suř û xulî çerxî ew zemane
bo ser diłî ême wek debane
kewdare, bekew deda ke gêjî
kelley serî xełke da debêjî
key dê bezeyî felek be ’alem?
hênabî le bin, qełayî ḧestem
herçî ke řeşîde ya ne ḧîze
kirdûye le goř ya le dîze
gencê ke le bo gelî le bare
zîndanye ya dira le dare
biřwane le herd, çî řemende
sergořî geda û dewłemende
zîndanî kirawî seringerî ton
gîrodeyî małî şeşderî ton
bew ’aleme to debey ke sebke
serpakî dexeyte daw û tepke
bes załme to tinoke awan
biřjêne be derd û ẍem le çawan
dê ew hel û řoje zułim pîşe
bibřêtewe darî to le řîşe
binçîne û binçî to sitemkar
deřzêt û le zułimda debî lar
ca tołeyî bêkes û feqîran
dekirêtewe řojî xo be şîran
herkes kewe zułim bê řewştî
laçûn û nemane, serniwîştî
mêjû ke hemû şitî denûsî
denwênê be xełk çarenûsî
ew ’aleme derdeçê le meydan
kê xawenî mułk û małe? yezdan
ger bêtewe katî tołesandin
deřwa leser êwe xo nwandin
załim ke nema zeman û wextî
murawe deda le muyî bextî
termî dexrê le la be řojî
êsqanî diřinde dey kirojî
ew dem kewe bû zemanî qudret
bê bo gelî beşxurawe derfet
serpenceyî asnî hejaran
dedrê le gerûyî nabekaran
ew deykoşî hênde ta detopî
meşkey be teqey degate topî
ew mil huře her kebowe serşoř
deřwa be milî keçî berew goř
ew kateye bawe bo feqîran
azadîy bendîy û esîran
diłxoşîy zułim lêkirawan
mełḧem derî cerg û dił biřawan
hełpeřkê le şadya degîrê
řîḧaneye, bo, deba le sêrî
kîjołe û pole kuř be komeł
şayî girin her debin ke têkeł
gel gerdinî arezû mafî
dênêtewe der, le bin tenafî
aẍayî ẍerîb maw û tenya
bew core dwawe ew le dinya
bew řaz û nyaze çowe bo mał
dił piř le kuł û peşêw bê ḧał
nebzût û nehate der le małê
ew lawe, heta deřoyî sałê
xizmet be wiłaẍe awsî xoy
gir bwî le tewîleda we estoy