pêwanî şeqawî wiłaẍekan lelayen eḧmed’aẍa

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  505 views
mîr ew deme dabezî le cêwe
hengawî lewane ger depêwe
hîy maynesê gezî biřîbû
îy esp le ḧewte têpeřîbû
ewhey ke dedî be baweř û bîr
řûn bo wecwanî ’aqił û jîr
zanî ke be hêz û tînî mayîn
naga le çya û kej be xayîn
ew espeye ger beşkiłî burce
wek baye, be pêye, tunde, gurce
ca nûyekî xaw û taze gîraw
kwanê degeł ew deçê be piř taw?
karê ke sewz nebû lebo mîr
diz řoyî be espe her wekû tîr
yarî ke le kej be fêł debra
ew eḧmede çî le bo nedekira
çun tûşî debowe ew be tûşî
dîzûyekî qeşmer û çemûşî
dû quşe û ẍulî kêw řuşe
bo karî xerape têdekoşa
giryû bî ke dane be tałan
çîdawe le şînî eḧmedî xan
bîsbayî eger hezar şîwen
deygut ewe pêkenîne deyken
dêwezme ew lew kejey be zorî
besbûy le xoyî pirçî ḧorî
gir bûyewe şakezî le kêwî
ew, pêy nekirawe serbizêwî
ḧorî bikewête destî dêwî
key dêtewe der le zar û lêwî?
yekcar le ’eqił û pîr ebû dûr
bîdatewe hêz ew gułey sûr
destî le gełayî şoře beybûn
werda, qelî dił peşêw û mecnûn