sikałay beybûn le desî şêxî ’areban
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
3 minutes
828 views
beybûnî bext řeş û perêşan
kakołî le mil debowe pexşan
zanî kewe bextekey kiłołe
be giłołe xiřoł ebê le dołe
fermûy be nałe û be şîwen
bew şêxeyî dîwełûke dîmen
şûdarim û memřifêne aẍa
beybûnim û memjekêne aẍa
řuḧmî bike şêx to be ḧałim
bo awre ber dedey le małim?
min ew qoře her debê bipêwim
aware le benden û le kêwim
namûs û şeřafetim meřêje
tałî xeme to be min meçêje
teyrêkim û dił wekû kebabim
gîrawim û xo le bowe nabim
hawar û sełame ser be heş bûm
bê řêzim û çende çareřeş bûm
boçîte eto melêkî ẍemgîn?
dû dîde hemîşe piř le esrîn
kewtûmete nêw qefes wekû kew
nemmawe le çaw û dîdeda xew
merdî bike to le xuda berim de
bes pence le zêw û zîwerim de
bes qoł le gerdenim werêne
bes daw le kezye hełpisêne
bo pence eto dedey le sînem
bew kareye zor ekey le kînem
ew řêge ke ke tertewa le berme
bedbextîye çî ke dî beserma
lêm labde min ḧełałî to nîm
lew kêwe bizane małî to nîm
řizgar le çengî êwe ger bim
wek sone le aw xo dekem qim
to meznî û pêşewa ’ezîzim
min bêkes û bê der û kenîzim
bixiwaze eto kiçî le paşa
şazade necîbe bo webaşe
key hemdemî toye řêbwarê?
řuxsarî ke zerd bê beharê
serşîn û qelender ew le qořmaw
perwaneyî bał û peř piřûzaw
hawraze degeł etoyî namerd
dûçare be çende werhem û derd
bimkuje be xencer û be sator
ta şerbetî ẍem nekem be pêxor
to bazî û kew şikarî toye
ey bulbule ẍunçe yarî toye
nek bore jinêkî bor û naterz
bo bîxeye daw lew kejî berz
ew şoře sware ger cwane
şûyî mine, şêx to bizane
řuḧmî ke be min nekey bewî ke
to şerim û ḧeya le řûyî wî ke
ew laweyî řeng şêre, şûme
bo jîn henase û pişûme
aẍayî be hîmmet û be wîjdan
naka çi xeyanet ew be mîhman
bew şêre le bo dekey xeyanet
bê beş le şerafet û emanet
eḧmed meke bew bełaye zamar
bo ’aleme ta nebê be gepcař
serkoneyî ew bika ke dujmin
serşoře le nêw xełk leser min
bo dey keye cê gemey ciḧêłan?
ey kêwî diro û fend û fêłan