hatnederî beybûn le xîwet û seyrî girewe esp

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  538 views
beybûn ke le sewzeda direwşa
deykird girewe sipe ew temaşa
dû dane miroyî fîre dare
lew deşte û goředa be ẍare
berbûne girew be çende cûre
deşkan le bo yek ew be nûre
carêkî ’ereb şikaw û awa
bû, zû le hełatin ew geřawe
eḧmed ke le dûyî bo dwakewt
ew mayîne çun demawe bê řewt
wek tîr be ẍar eřoyî mecnûn
takû degeyşte şoře beybûn
darî le kin ew gułey be qestî
ew şêxe fiřêy deda le destî
fermûy be diłber ey perî řû
komek bike çake komekî tu
wemnî dewe zûbe darî teqłe
xêr ke zemane piř le neqłe
ba hełneweşê le ême kaye
ew şadî û bezim û ew heraye
ew fêłeyî boye kird nehênî
beybûne berêto û bîřfênî
çun ew be ewîn mubtela bû
bew daxewe cergî hełdiřabû
neymabû qerar û sîke dane
deykird tema’ lew cwane
bo birdinî serwî xoş xeraman
kirdibûyewe ra degeł ẍulaman
gutbiwî ke debê hemû be sazî
řaken le mekanî teqłe bazî
we şwênî emin kewn be yelẍar
dîtanewe ger hełatim ew car
noker le dwayî ew witane
hestan le lane wek yekane
yekdem nesrewtin û nexewtin
lew dewruberane dûr ekewtin