weřêkewtinî eḧmed’aẍa û beybûn bo gundî naw pirdan

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  601 views
paş ew wituwêje eḧmedî jîr
amade û saz ebû nebû gîr
bo xoy û be dû miro û beybûn
řê kewtin û wêłî kêw û kej bûn
katê ke swar ebû degeł yar
ser ’erze beheşt bû be gułzar
řûgeş bû kułûkî newbeharî
xoyan dekird, guł dyarî
gułşen be gułanî agirînî
çîmen be kułûkî nazenînî
serçawe be awî serd û şîrîn
kwêstane be dîmenî derengîn
dunya be gełayî sêw û koxî
deykird be beheşt û baẍ şoxî
řûy kird le benden û le dołan
wek baz dekewte şîw û dołan
řojêkî deço ser ew le dołî
pêy nawe le yek heware çołî
deştê bû nimûne bo temîzî
serçawe dehate der le xîzî
ew awe be řeng û řûyî zêwîn
wek awî jyan bû le bo jîn
piř bû le guł ew be leşkirî guł
deybird gyan û gewherî dił
sertaserî piř gya û sewze
deydînewe no wełaẍe berze
ew hane lewê le bend dabûn
wek ẍûl le nêw kej û çya bûn
eḧmed ke be wirdî deyřiwanî
no dane miroyî dîn û zanî
ger şêre kuřî kej û tełanin
ew xawenî no wełaẍekanin