zemawendî beybûn û eḧmed leser xercî mîrçiraẍ

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  817 views
mawêkî ke pêdeçû zemawend
deygirt be xełke, xawenî wend
kirdyane be řeşbełek le wendî
karmamze hate der le bendî
bo kîj û jinane, bende xanû
peryan ke neyandema byanû
her ẍunçegułê le biřkeda bû
pişkut û kezî řeşî be ba bû
lutî be dehołekey le coşî
şayer be hewayî nerim û xoşî
kîjołeyî xistibûne çopî
kirdibûy be beheşt řûyî qopî
bermûrî kiçanî çawbaze
be xirînge û xirme û be haze
řîşey diłî kuřgelî delerzand
hoşî le ciḧêł û lawe deřfand
ḧew řoje le deşt û qopyane
şayî degeřa be bê wiçane
ew care be dimbeg û be saze
gwêzrayewe ew kiłûke taze
ke kirawe le jûrî perde zawa
ełmasih debû le gewher awa
lew cêgeyî bê hera û bê bas
desmayewe daneduř be ełmas
pispořî duř ew miroyî kanî
kun kirdinî gewherî dezanî
ta řoj le ’eyş û noşda bûn
her dû le beheştî xoşda bûn
hełbû ke beyane řûyî zerde
ew lawe dehate der le perde
ço menził û baregayî mamî
wêstawe be pêwe wek ẍułamî
lew kate xełk hemû weko bûn
ew çûne siławî şûyî beybûn
gutyan ke bibê le êwe pîroz
ger bûye be şûyî dulberî qoz