řoynewey mamekan û perêşanbûnî eḧmed
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
1 minutes
797 views
mamî ke beřê debû berew mał
eḧmed le pejareda debû qał
her ew deme eḧmedî biraza
qinyatih le des ewî tiraza
katê ke beřê debowe mamî
dekulawe birîn û kone zamî
wîstî be sefer biçê degeł wan
bikirêtewe zamî ’îşqe derman
bîba, diłekey le bo dyarî
bîkate be yadgarî yarî
bo çûn, nebûyî bîr û fêłî
ta mamî ewî becê nehêłî
danîşt le jûre des be ejno
deykirdinewe bîr, ew leberxo
fermûy ke le çûn, çone bidwêm?
kê çareyî çûnekem dełê pêm?
bew mame eger biłêm emin dêm
her lêre weber cinêw, dedrêm
dekirêtewe xo betane, tane
dewruberî min be sed zimane
şovare le nêw gelan zorin
nazanî ke çenden û çi corin
ew çawçinok û dił nexoşin
bo tane le xełk têdekoşin
bew bîrewe kuř le jûr emawe
detkut ewe mirduwe û nemawe