kiç danî mîrçiraẍ be eḧmed û basê le cwanî beybûn kiçî mîrçiraẍ

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  900 views
ew mame ke nêwekey çiraẍe
gułẍunçe kiçî hebû le baẍe
leş nerim û beden sipî wekû tûr
ser kułme wekû hełałe bû sûr
şillêre be bejnî taze û teř
dû zułfî řeşî bibûne şeşpeř
nexşîn û cwan ebû cemałî
be biroyî wekû peřî dedałî
wek tîrî xedeng bû mijołî
cerg û diłî ’aşiqî dekołî
dem ẍunçeyî taze biçkełe û teng
wek mêrẍuzare bûyî sed řeng
gerden şil û berz û şilke bîza
ser sîngî gułî geşî gezîza
dû memkî cwan û xiř wekû sêw
çen nask û turit bû lebo lêw
serpenceyî wêne bû le tîfok
çeqrûzeyî hełze ya ne mendok
estêreyî nêw guł û gułałan
ḧorî le serayî çaw kejałan
beybûn be nêw û nocwan bû
wek tawwisî baẍî nîştiman bû
lawî ke lebo debûne mecnûn
bew bonewe nêw nira be beybûn