temenî pêşeway îslam le katî koç bo medîne

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  602 views
werzî temenî lewê ke řenca
sê werz zyad bû le penca
ew řoje le mekkeLocation bû ke awa
pirşîngî le nêw medîneLocation dawa
le lawe medîne deyřiwanî
key nûr deda le kêwekanî?
tirsî ke bira le hêzî kuffar
dejwawe berew medîne ewcar
nêzîk ke buwe ew le şarî
řeḧmet le ser ew zemîne barî
şadî ke dekewte nêw wiłatî
xem derd le xełk ebû be qatî
geş bûnewe ẍunçe û hełałe
dejyawe wenewşe û gułałe
çîmen be gułî desûre xemłî
swêsin serî derdenawe le giłî
bo ḧezretî bestyane xêzer
dar û dewen û gya û gêzer
pêşwazîye germe lew cenabe
dekirawe le layenî seḧabe
wa xełk deçû be pêşwazî
cû, gêj debû nemawe wazî
řazayewe şar û bû çiraxan
şoqî dedra le kêw û şaxan
le miroyî be pûłe ya be bê pûł
herçî ke hebû le gewre maqûł
bo řêze le pêşewa û yarî
ser pakî deçûne der le şarî
katê le medîne bû be mîhman
fermandeyî leşkirî musłiman
ensar hemû be xaw û xêzan
berbûne sema û çepłeřêzan
gutyan ke wedê le bo medîne
şayê ke çiraye, bo medîne
lew şare ke dabezî be berzî
bendî cigerî kufir delerzî
her ew deme pêşewayî nûrîn
deykird biłînd şûre bo dîn
nûrî wemedîne û qeba kewt
bew nûre dirus kirawe mizgewt
lew şareyeda dewerz mawe
şoqî le hemû zewî dedawe