tegbîrî serok kafrekan bo lebeynbirdnî pêẍember

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 2 minutes  584 views
kafir ke çîyan bo nedekira
desyan le firîw û fêł debra
bûcehilPerson wehayî kird tegbîr
ger des bidene tîr û xencer û şîr
bibiřn serî pêşewayî dînî
ba tam le dîne ew nebînî
ew gewre le ’erz ta bimênê
lew dîneye tow her deçênê
ger waye debê gowî bidêrin
her deste yekêkî hełbijîrin
ew lawî be sam û gurc û gołe
nek lewhe ke tembeł û giřołe
mu zure le kew dirê le bo şeř
bidrê wedesî ewane xencer
bo eḧmedî ew biçin le şewda
katê ke ke le nêw ẍurayî xewda
wa řûy lewê biken nezanî
bibřêtewe şařegî jyanî
kelley ke biřa be şîrî hemwan
key tołe desnidirê be xizman?
bo tołeyî xizim key dewêrî
çawêkî be êmeda bigêřî
çon desteyî ême zor û bore
bo wane debîne so û xore
lew merc û le keyn û beynî kuffar
dekirayewe pêşewa xeberda
cubrîle bewî weha defermû
ey serwere to le mekke laçû
ew şare ke piř sefa û xoşe
bo maweye çawî lê bipoşe
řê bigre biřo berew medîne
cê singere bo supayî dîne
ḧeyder bere bê nûyne ew şo
ba werkewê ew le cêgekey to
her ew şewe ḧeyderî hełistand
hêstayî le cêy xoyî denuwand
derkewt be şew le şare serdar
ew xoyî le kej dena le yek ẍar
ew ẍare ke nêwekey ḧîra bû
lew kêweye bo nebê qełabû
bûbekirPerson biray bû le ẍarî
lew jûreweye ew debû be yarî
tirsî ke lewê le dujminî bû
colatene zarekey tenî bû