tegbîrkirdinî kafrekan bo firîwdanî pêẍember

From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 1 minutes  793 views
fermandeyî řû sya û bed wêł
bo wey le miḧemmedî biken fêł
kobûnewe berdebûne řawêj
çen bîr û fikir kirawe kawêj
ta bełkî le řûyî tefredanê
ew baweř û bîrekey welanê
werbigrê lewane parew pûł
bîken be serok û gewre maqûł
bew merce hetakû ew demênê
nêwî le but û ’uza nehênê
nedwê le but û ’uza be sûkî
laba, teşer û cinêw û tûkî