be nêwî xuda

seretay beytî las û xezał û basê le xuday gewre û mezin
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
 3 minutes  1390 views
sername xudaye pît û dêřî
nêwî tuwe gerdebê be zîrî
ew name be lezzet û be boye
basî seretayî ger be toye
ey nêwî to şekirî zar û lêwan
nêwî to neqîmî nêwî nêwan
ew nêwe hewêne bo hemû şit
şit pakî bebê ewn let û kut
şit to ke nebê be çî wedî dê?
ew tewne be destî kê kirî dê?
her bîrte hemdemî gyanim
her nêwte cewherî zimanim
bê cêgew řeng û bê mekanî
řazî diłî xełke to dezanî
kê bêt û be to biłê ke çonî
her toy heye û payedar û konî
tenyayî be bê jin û minałî
bê dayk û bab û mam û xałî
to nîte gizîrî ya wezîrî
key hoy dexeyte destî pîrî?
bo sełtenet ey xuday tegbîr
takey be miroyî zîrek û jîr
to bêkes û bê penaw yarî
herçende dyar nî dîyarî
gerçî winî ey xudaye win nî
çi şitê heye toy eger lekin nî?
lew gołşen û çîmen û nizare
cê penceyî destî to dyare
xo kes nîye lew zemîne hełka
bê nûrî bizey ’îşq le xełka
ew ’îşqe degeł hemû şitêke
ya zore biřêke ya pitêke
herçî ke lebare ya dizêwe
daxî le ewînî toyî pêwe
ger hen lew çya û kêwe weḧşî
bewhane bijîw to debexşî
ger řûy nekey lewane satê
kê danew awyan dedatê?
to xawenî kêw û asmanî
to řaxerî doł û deştekanî
estêre eger be şew cwanin
nûrîne çirayî asmanin
ew hane hemû çirayî tone
westayî beřêzî wane kone
bew coreye nexşî ew xudaye
basî lekirî ewane naye
wîstî ke binasrê be zana
bê kołeke asmanî dana
dunyayekî ḧestem û berîne
řengî wekû beḧre kałe şîne
wêy xistuwe çen hezar bermûr
lew lêzgestêre řûgeş û sûr
têda heye mîlletî firîşte
kewtune serêke wek herişte
her kame beyek şit ew xerîkin
dûrin le xerape her terîkin
řoy na ke kûrey zewî seraser
kêw û kejî lêdekirne lenger
taçur tenekat û ew nebziwê
bew mîxe kenarîda bidrwê
lew kûreye kêw eger nebaye
xo terit û tûnabû her be baye
kê bê keweçawî hełbihênê
lew tewn û kirane danemênê?
ser sûř debê miroyî zîrek
lew herdî bebê kejaw tîrek
peyda buwe lew zemînî kun kun
deryayî berîn û pan û bê bin
derya ke henase hełdekêşê
dûkeł le derrûnî řadekêşê
hewrî debłinidî cêge hewraz
lew hełm û heławe to dekey saz
hewr awse to dekey be baran
deřjê ke le çîmen û nizaran
seḧraw çyaw kej deka şîn
deřwê ke giju gyayî nexşîn
çîmen ke sewz debê beharan
to dawte awî ew be baran
detkê be xunak û tinoke
mezra be guł ew deka be buke
bûkêke şitumekî nwêye
kûtałî le çende cowre pêye
ya sûre be řeng û ya řeş û bor
ya sewz û sipîlke şîne ya mor
pişkutnî darî lêřewarî
karêke le karî toye barî