basî qur’anî mecîd

From the Book:
Xezney Cewahêr
By:
Ahmad Qazi penjwini (1920-1983)
 12 minutes  886 views
qur’anî ’ezîm qanûnî waye
bo herçî derde e’la dewaye
bełam çi semer ke to neyxiwênî
bişxiwênî hîçî lê nefamênî
bişfamî diłî bo negrîtewe
gewherî win bûy pê bikirîtewe
demê xeyałat dûr bixerewe
le řeftarî xot bîr bikerewe
xo agat lêye le şaro ya dê
wextê ke namey dostêkit bo dê
çon be gişt hêz û fikirî xotewe
le kelîmatî wird ebîtewe
bizanî axo boçî nûsîwe
le eḧwałî kê û le çî pirsîwe
ta baş tênegey metłebî çîye
bo îşêkî tir mecalit nîye
ey xo qur’anîş namey xudaye
mew’îze û emir û nehî têdaye
be pêẍembera bo toy narduwe
bo le temaşay manit girtuwe
meger namey ew şexese lelat
xoşewîstire le namey xudat
ewende sard û bê îhtimam bî
qisey řast xoşe naşê îslam bî
tewcîhî xîtab be tane û lome
le nefsî załî emmarey xome
egîna îslam her kamî egrî
le min çaktire kirdewe û fîkirî
qur’an wek e’lay hemû qanûne
piř le ḧîkmet û ’îlim û funûne
neqse teşbîhî bikey be derya
sedhezar derya ḧîkmetî watya
«la ritib û la yabisArabic» heta
«ala fî kitabArabic» wa le ayeta
yanê nîye teř ne wişk ke beyan
nekirabê lenaw ayetî qur’an
bełnim to leme hîç damemêne
bemîşe îman wek baqî bêne
mełê le qur’an nabînî eme
’omrî kê zore ya hî kê keme
em řizqe qazanc bika ya zerer
yaxo key bêto fiłan le sefer
’îlim bemane herwek me’rûfe
muḧtac be zanîn ’îlmî ḧurufe
le qur’an be pêy meharetî xot
lew ’îlme hemû me’lûm ebê bot
zor şit ke qur’an basî kirduwe
taze wa ’îlim řêy pê birduwe
’îlim ta destî be wîs’et bigat
îsbatî řastî řîsałet ekat
mirc albiḧrîn le sûrey řeḧman
bixiwênerewe ta «laybiẍyanArabic»
ca eger kuřî sîřřî têbge
werne zerere înkarî meke
be kurdî yanê dû beḧrî wa hen
be bê têkełbûn beyektir egen
beşer ney’edî eme ta wextê
hênaye berçaw ’îlim hêndey nextê
derî xist le bo munkîrî diłřeq
qur’an fermûdey xudaye beḧeq
le zanayanî «uqyanuẍrafya»
yanê ’ulemay ewza’î derya
derçûy camî’ey «kimbirîc» be’seye
legeł ’ulemay mîsra deseye
çûne deryawe herwekû ẍewwas
le bo teḧlîl û nasînî xewas
lebeynî beḧrî eḧmer û hîndî
behoy zanisto em ’îlmeyan dî
dîyan ke yek aw zahîrî xase
ebînê bełam duwe temase
teḧlîl derî xistikewa dû awin
be xewas leyek ferq xirawin
xewas tebî’î û hî kîma’î
be îcab û selb buwe be cya’î
le beynîyana kewabû mumkîn
nabê be hîç cor têkełî yek bin
siřřî emeyan lê bû be meraq
behoy cîhazî «qyas ala’maqArabic»
direkewt ḧaczê tebî’î kemtir
serkewtote ser le hezar mitir
bełam le binko ta mustiway aw
hezar û sêsed mitir hate naw
wityan sebebî em ḧaczeye
ke ferqî em dû xewase heye
hem le xelîcî ’eqebe û deryay
sûr ’eynî şityan le bo derhênay
le «لااقسمArabic»heta «binaneArabic»
bixiwênerewe û me’nay bizane
mefhûmî xwa efermuwê însan
pêy waye axo wek êste dîsan
êsqanekanî ko nakeynewe
yanê ḧeyatyan pê nadeynewe
ba wa tênega nek êsk ko keyn
etwanîn řêkî beser encey deyn
le naw em hemû e’za ke beşer
xuda pêy dawe le derûn û der
boçî ser pencey hełbijarduwe
e’zaye tirî naw nebirduwe
ełbete zyatir lewan ser pence
daray ḧîkmet û esrar û gence
gerçî esrarî gelêke emma
yekêk lewane ewete lema
sałî hezar û heştised û heştaw
çwar, xuda emey hînaye berçaw
řesmen bo nasîn le «îngilteraLocation»
«tibi’ alasabi’» îsti’mal kira
derkewt endamî beşer hemûyan
eşubhê beyek le çila dûyan
serpence newek naşubhêt û bes
nizîk nabêto pencey kes be kes
pence be çwar no’ dirust kirawe
heryek be new’ê nawî birawe
yekem «eqwase» dûhem «dewwamat»
sêhemyan «’eraw» çwar «murekkewat»
bê ḧîkmet nîye bo xuda emî
le naw endama girt be muhîmmî
tenbîhe beweş le řojî ceza
bê tołe nîye şehade û îmza
ta tewaw ’îlim tewessu’ neka
kem kes le me’nay qur’an tê ega
nessî kelamîy ḧeq te’alaye
ewey mewcûdî pest û bałaye
hemûyan eken bo xwa tesbîḧ
«û an min şî ala yisbiḧArabic»
hendê mufessîr way tefsîr ekird
serî ḧal sucdey înqyadî bird
wa taze emřo ’îlim îsbatî kird
mewcûdat hemû çi gewre çi wird
tewaw cemad û sewzî û beha’îm
zeřřatî cismyan ebziwê da’îm
bê ewe ke çaw eme ḧis bikat
ya derkî baqî ḧasey pê bigat
ke zeřřat îsbat kira ḧerekey
înkarî zîkirî dengî çon ekey
mu’cizey ’îlmî ayatî qur’an
zor zore herwa nayete beyan
emma hemû kes nîye layeqî
ewey ke biga be ḧeqayeqî
mer le řezîle û me’sîyet pak bê
le xwa nasya le ’alem tak bê
wek le bê destinwêj memnû’e messî
be ehlîş nebê nadrê dersî
qur’an ewende şe’nî celîle
lem ’esreş kewa îslam zelîle
le neşrî eḧkam bê îqtidare
musłiman xoşî le xoy bêzare
xwa be wesîley îza’ey řadyo
le řoma û berlîn parîs û tukyo
’asmey dwel hemû qařřekan
neşir eka be naw ’alema qur’an
senedî bîstin le gişt esênî
ta sibey hîç kes ’uzrî nemênê
xuda muradî neşrî qur’ane
ẍayey ewanîş keyfî xoyane
ta biłêy qur’an î’cazî zore
numayan herwek şu’a’î xore
seyrî esrarî em qur’ane ke
temaşay ḧîfzî em qełẍane ke
bîst û pêncî mang le řemezana
murişdî kamił ’arfî zana
ḧirufî ḧisab eka be ebced
netîcey cem’î bigate herçend
leser kaẍezê tertîbî eda
çwarxanî wifqî lê dirust eka
legeł encamî wêrd û şirûtî
bixrête bergî xwê be mezbûtî
ewe be her kes bibê wextî ceng
îtiz emîne le gulley tifeng
ew gulle bende superê waye
sed gulle lêy da hîçî lê naye
zor def’e buwe le bo îmtiḧan
kirawete mil mirîşk û ḧeywan
ewende gulley leser barîwe
eẍłeb peř û mûy lê hełwerîwe
bew hemû gûlle lêyan dirawe
qetreye xwênyan lê nebînrawe
cêy ḧeyret nîye kelamî xwaye
eger wa nebê ḧeyret lewaye
bełam lem řoda lay hendê waye
te’sîrî do’a be hoy biřwaye
meselen ełên her ’eqîde xoy
bew gulle bende hoy nebřîne boy
ełêm eykene milî ḧeywanê
ḧeywan ’eqîdey be nebřîn kwanê
dîsan ezanê ’eqîde çîye
cezmêke şik û wehmî tya nîye
ke îmtiḧanî gullebend kira
me’nay eweye şikî tya biřa
dûbare heta cem’î yek negrê
kemtir tecrubey gullebend ekirê
ca lew komeła ya yekê ya dû
biłên ’eqîdey ew do’aye bû
baqî tir ya xo be şik pêy waye
naybiřê we ya her bê biřwaye
kewabû îtir ’aqye û yeqîn
ho nîye le bo biřîn û nebřîn
ger ’înadî meḧiz le diła derkey
zerîf le me’nay qur’an nezer key
ebînîn ke hîç çake nemawe
îlla be fî’lî em kirawe
we ya nabînî herçî xirap bê
be sîẍey tehdîd men’ nekirabê
xulasey qur’an emir be beşer
eka be kesbî fezîle û huner
ca ke to bêzar le feza’îl bî
ebê be xulqî şeytan mayl bî
çunke wek witman řezîle hemû
derece le nefsî îblîsî bedxû
qur’an eyewêt lewt dûrxato
be exlaq alilhArabic nizîkit kato
dîsan efermuwê ebê bo ewe
ke boy danawî em řoj û şewe
le çořê awî napuxtî nabûd
bem şikił û ’eqłe hênaytîye wicûd
le espabî jîn herçît pê ewê
pêy dawî pekit le hîç nakewê
ebê le şukirî sistî neyenî
řesmî bendegî bo becê bênî
hemû řoj û şew bo zîkir û senay
ḧazir bî pênc car řû keyte dirgay
berlewe biłêy «alilh akbirArabic»
xeyałat le dił gişt bikeyte der
ebê wa edeb cem bê le diłta
ta selam xişu’ herbê legełta
řêy nedey ẍeyrî celalî barî
bewda xeterey tir bika carî
ebê ke « alleArabic» le dem derbênî
be «akbirArabic» bitî hewa bişkênî
wextê «wicihit wichîArabic» et řase
ke dił le xizmet «ale alnasArabic» e
werne «wicihitArabic» y qîblet betałe
çun cîhet le bo xuda meḧałe
řûy dił le bazař ten le berd û dar
ey çi řûyekte le perwerdigar
ebê ew nwêje wa becê bênî
kewa bizanî xuda ebînî
ke mumkîn nebû to ew bibînî
ew çak ebînê to be yeqînî
zîlletî tewaw bêne berewe
serit le esłî xot biderewe
emane ke baş hat be desewe
«alle akbirArabic» biłê û hełsewe
katêkîş selam ekey le nebî
ḧazre ḧezret lêy ẍafił nebî
leẍwe ew nwêje ger ew cenabe
ḧazir nebê çon kafî xîtabe
ta’et bo xuda bem core ełbet
sebebî xewfe legeł meḧebbet
xo meḧebbetîş ẍayey ehemme
çun ba’îse bo ḧusnî xatîme
xuda be ḧeqqî esma û sîfatit
be qudsîyet û bê mîslî zatit
le herçî derd û ẍeşê le diła
heme necatim bide یااللهArabic
le şeřî beden û nefis û dił hemûm
bo biparêze ya ḧî ya qeyîwim
ẍeyrî řeḧmî to hîç çarem nîye
ger lutifit nebê ’îlacim çîye
têfkire me’nay qur’anî ’ezîm
ye’nî kelamî eqdesî ’elîm
be peykî esrar naził buwete ser
metle’î e’lay tecellay ekber
beḧrî zexxarî weqar û temkîn
bedrî felekî ’îrfan û yeqîn
belîẍtirî gişt fuseḧay ’ereb
menbe’î ḧeya û ’îffet û edeb
serçawey cûd û sîdiq û semaḧet
saḧbî ḧusnî xulq û melaḧet
kanîy kerem û feqîr newazî
serdarî ’alem şahî ḧîcazî
xezney cewahîr ewsafî kemał
şemsî da’îrey şewket û cemał
mîḧwerî ’ulum qutbî dareyn
«’iruةalusqîArabic» bedrî minareyn
nuqtey eqsay sîř erbabî şihûd
xetî wesetî da’îrey wicûd
«dinîArabic» be tekmêł me’rîfet «fikanArabic»
qabî dû qewsî wicûb û îmkan
muḧemmed nûrî bînayî adem
wastey îxrac wicûd le ’edem
lêzmey baran řeḧmetî xuda
beserya da’îm biřjê leserda
eger ئەتەێ zor baş bizanî
exlaqî gewre û řewştî cwanî
her le îbtida ayet be ayet
qur’an bixiwêne heta nîhayet
ew care îtir lelat ’eyane
ke exlaqî ew ’eynî qur’ane
çun nabê kesê emrî teblîẍ ka
’emeł bew emre le xoy dirêẍ ka
xusûsen qur’an çak lomey eka
kesê be çake emir ka û neyka
«atamrunArabic» ta «anfiskimArabic»
bibîne me’nay le xot meke gum
ca toxwa kesêk xwêndinî hergîz
nebûbê lelay mamosta û telmîz
bawik û daykîşî her be minałî
cehanyan le jîn kirdibê xałî
le gewreyîda zatêkî wabê
mu’eddebtirî gişt «maswîArabic» bê
kelamêkî wa î’caz binwênê
beser însan û cînna bixiwênê
gelî fuseḧa û şu’eray ’ereb
’ulemay luẍet le şerq û le ẍerb
hîçkam netwanin sûretê tenya
dirûs ken herwek «ana a’tînaArabic»
xuda bo xoşî bifirmiwê eger
însan û cinnî ko bino yekser
ba bo yektirîş bibne piştîwan
natwanin bênin bewêney qur’an
waz bêne lewe ke musułmane
biřwane le bo medḧî bêgane
«dîr mancîmArabic» ełê ebê pêẍember
mu’cizey bibê şahd bê leser
řastîy de’way řesałetî xoy
çunke bê î’caz sabit nabê boy
cwanîy edebî zor berzî qur’an
bew gişt nûrewe metełêkî wan
ta êsta bo kes hełnehatuwe
nutiq le ḧeqya pekî kewtuwe
le bo muḧemmed yekem î’caze
ke wêney nebuwe û nabêto taze
teḧeddî kirduwe leggeł îns û cin
giştyan wek eme natwanin bênin
be me’nay kamił ebî be burhan
bo řisaletî muḧemmed qur’an
«sîl» ełê qur’an geyştuwe terzî
cwanî û feyyazî be e’lay berzî
wextê ayatê tilawet ekirê
zîhnî gwêgran gişt be dîl egrê
ḧetta ew keseş ke pêy munkîre
çarî hîç nîye pêy ełê sîḧre
bêgane zoryan herwa tî’egen
însaf eden û î’tiraf eken
toş însaf bide û řêgey ḧeq bigre
legeł dîqqeta baş têbfikire
kesê mîzacî sefrawî nebê
qablî se’î û tedawî nebê
nazanî ke em şîrîn ewsafe
em beḧrî cûd û ’efu û ’efafe
em kanî sîdqe řesulułłaye
qur’anîş weḧî ḧeq te’alaye
bełam kam awe xoş û zułałe
le dem nexoşa naxoş û tałe
em şewq û ḧusne ke řoj pêyetî
şemşemekwêre řiqî lêyetî
qa’îdî herkes «kilam alleArabic» bê
meḧałe hergîz tûşî beła bê
xuda be ḧukim û ḧîkemî qur’an
ke nardûte bo giroy îns û can
lam bide le her xoye zemîme
«ahdina alsirat alimistiqîmArabic»
řêgey ewane mestî nî’metin
nek řêy ewane pestî le’netin
bimxe jêr lîway ew felek saye
ke kewn nedebû ger ew nebwaye