řezîle û fezîle kamanen

From the Book:
Xezney Cewahêr
By:
Ahmad Qazi penjwini (1920-1983)
 3 minutes  629 views
ger řeza’îlit lê me’lûm nîye
ya xud nazanî feza’îl çîye
řezîle xulqî qebîḧ û pîse
le her kesa bê denî û xesîse
wek kibir û ẍurur ya ḧîle bazî
wek eme însan le xoy bê řazî
bê wefa’îye û ẍeddarî û çirûk
bê edebîye û tebê’etî sûk
wek herze xoyî wek fîtne bazî
ẍeş û řû girjî ya qumarbazî
zuban dirêjî cwên û şeraret
ya wir bûnewey xelq be ḧeqaret
diro û xyanet tundî û kelleşeq
tane û muzêřřî û îstîhza be xelq
ḧîrs û tema’ û newsinî bêḧed
nezer le ẍeyremeḧrem le emred
arezûy zîna û xwardinî ḧeram
swałker derkirdin be qisey bêtam
wek tirs û ḧesed ya buẍiz û kîne
ya le ḧubbî xwa xałî bê sîne
her ewende nîn zorin řeza’îl
înca bêyne ser basî feza’îl
herçen le ’eksî emanen bełam
dûynê lewîş sełaḧe lelam
edebe û temkîn wîqare û ḧeya
bê mubalatî legeł em dunya
wer’ û tewekkul zuhd û teqwaye
meḧebbetî zor legeł xudaye
wîs’etî sexa û ḧîlim û qena’et
sebir û subat û mecd û şeca’et
rûxoşî û beşuş şîrîn zubanî
řast qise û guftar le řû û nîhanî
’efu û řeḧmet û dił keylî sefa
’emeł be we’de û îsłaḧ û wefa
řuşd û tewazu’ mîwanpezêrî
namus û ’iffet be birsî û têrî
poşînî siřiř û komekî be xelq
cewdetî zeka û ’eqił û qisey ḧeq
’îlim û huner û fezil û emanet
dîn û miruwet sîlim û metanet
pakî nîhad û poxtî elbîse
le feza’îlîş emende bese
fezîley exlaq řîwayet waye
ḧesrî ’ededî le sêsed daye
dyare řezîleş her ewendeye
çunke her yek zîddêkî heye
řezîleş hemû be carê yeqîn
derce le nefsî şeytanî le’în
çi le fezîle çi le řezîle
meratib heye abem delîle
mesela sê kes sexawetdarin
her yek her daray sêsed dînarin
yekêkyan quwey keremî her wa
ta dewrî heşt no dînarê eřwa
derecey bezlî dûhemyan quwey
egate ḧeddê bibexşê nîwey
endazey sexay sêhemyan waye
bexşînî hemûy laçłê kaye
bałatir lemîş heye bo kerem
nefsîş ebexşê nek tenha direm
le mîş zyatre her kes bitwanê
hîç hunerêkî le xoy nezanê
bexşiş û wesfî bexşişî herdû
bexşiş xwaye pêy řewa fermû
wa beme zanît le herdû wesfa
derecat heye le quwe û ze’fa
ca noş ke şerbet îmanî zełał
kewa beriztirî mertebey kemał
e’lay derecatkafey feza’îl
nuqtey nîhayet ḧusnî şema’îl
kałan û xuda biřîwnî be ber
bałay bê hemtay «sîd albişirArabic»
boye ferûy ḧezretî ’elîm
«anّke le’elî xuluq ’ezîymArabic»
bem ḧezreteda xalqî bêçûn
nardûye boman destûr û qanûn