şeydayî guł

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 2 minutes  1026 views
îmřoke le hîcranî to bîmare diłî min
şêwaw û perêşan û birîndare diłî min
dayîm wekû ney xesłetî haware diłî min
muştaqî mulaqatî řoxî yare diłî min
wełłahî be ’îşqî to giriftare diłî min
şew ta be seḧer mûnsî dił fîkir û xeyałe
gahê ẍemî hîcrane gehê zewqî wîsale
min muşterîy řûyî to ey mahî cemałe
seyyadî mel û ’aşiqî dû çawî xezałe
bew yusfî ken’anî xerîdare diłî min
wa tê mege ger heykelî min zahîrî saẍe
wek lale derûnim hemû lew hîcrî to daẍe
perwanesfet meqsedî min řûyî çiraẍe
wek bulbulê her ḧesretî min dîtnî baẍe
şeydayî guł û talîbî dîdare diłî min
her şew le fîraqî ruxt ey şem’î yegane
seylabî siruşkim lew dû çawane řewane
bew tîrî ẍemit qelbî ḧezîn bote nîşane
ew diłbere tersaye le ’îşqî xo bizane
sen’anî sifet, talîbî zînnare diłî min
gyane were ruḧmê bike bew emnî ḧezîne
cergim le fîraqî to hemûy kone birîne
lêwit be mesel şekire, we ya qendî şîrîne
ew mełḧeme bo derd û deway gyanî emînPen namee
muştaqî řuxî diłbere dûbare diłî min