tebîbî ’îşq

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 2 minutes  843 views
be tîrî qewsî ebrûy to ke ewřo zor birîndarim
be çawî mestî cadûy to gelêk řencûr û bîmarim
be qeydî damî gîsûy to wikû mecnûn giriftarim
tebîbanî cîhan ba bên biken çarey diłî zarim
be kes nayê şefay derdim meger bew şoxî diłdarim
wekû bulbul le ’îşqî guł mekanim goşeyî baẍe
le batî bulbulan çibkem le gułşen dê seday zaẍe
derûnim let lete cîsmim egerçî zahîrî saẍe
be xałanit qesim cergim seraser nuqteyî daẍe
le tawî derdî xome şew hetakû řojê bêdarim
wekû badî seba bonî gułî yarim lebo dênê
le lay min taqet û sebir û qerar û hoşê namênê
sedayî qumrî û bulbul dił û cergim desûtênê
eger weqtî seḧer bulbul le ’îşqî guł denałênê
minî bêçare řoj û şew le ’îşqî to be hawarim
le ’îşqî řûyî leylayê wekû mecnûnî dêwane
mekanim her le kêwane, le ’alem bûme bêgane
diłim bew fîkir û endûhî to bote mesken û lane
le wesfî řûyî şem’êda desûtê gerçî perwane
emin dayîm desûtêm û le ’umrîş bê to bêzarim
le ’îşqê dû bełam tûş bûn perêşanîy û sewdaser
tebîbî derdî ’îşqî min etoy ey nazenîn diłber
le nêw şarî şinoLocationyê bê enîs û mûns û řehber
nexoşî derdî hîcrane emînPen namey bêkes û bê der
ḧekîm dermanî nazanê were yarî wefadarim