daxî derd
From the Book:
            Dîwanî Emîn Oşnûyî
        By:
                Amin Oshnuyi (1889-1954)
        
             1 minutes
             1659 views
        
        
    ḧesretim yare hemêşe daẍ û derdim hemdeme
kesb û karî min dyare - dûr le řûy to - her ẍeme
řewneqî baẍî beharim lê buwe fesłî xezan
şadumanî wesłî yarim bû be hîcir û mateme
mewcî piř sîlabî xwêne ya ne eşkî çawî min
dûkełî ahî derûne ya ne şu’ley sîneme!
daxî nasorî diłim hergîz ’îlacî nakirê
ey felek derḧeq be min boçî weha řuḧimit keme?
çend perêşane diłî min sa’etêk napşikiwê
çunke ewza’î cîhan ewřoke derhem berheme
zaẍ le baẍanda le cêgay bulbulan danîştuwe
xar le batî guł dekatin naz û ’îşwe ew deme
zîrekî îmřo «emînPen name» lem ’esre da nayê be kar
herçî bê pûłe le dunya ew řezîlî ’aleme