bo cwane merg «nazdar» kiçî emîn

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 1 minutes  749 views
le paşî řûyî meḧbûban le dunya guł nemênî ba
le paşî řûy gułan, bulbul le baẍanda nexwênê ba
gułî řûyî cewanan wek le jêr xakî zemîn win bû
dena řûyî guł û sunbul beharan kes nebînê ba
wekû badî ecel ẍunçey minî ewřoke fanî kird
biłên ba baẍewan çîdî le baẍan guł neçênê ba
çemen wa manewe bê guł hezar efsûs û sed ḧesret
biłê ba ẍunçeguł çîdî le perde xoy nejênî ba
cewan û nazenînî min le dunyayê wîda’î kird
le paşî wî «emînPen name» yařeb le dunyayê nemênê ba