şîngêřî şêx sedredîn

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 1 minutes  618 views
wekû bulbul denałênim gułî baẍî zemînim řo
hemû ’alem desûtênim dełêm şêx sedredînim řo
dełêm ey murşîdî min řo de cergit xistûm boso
emin çibkem le paşî to kizey cergî ḧezînim řo
muřewwîc bo şerî’et bûy duřî deryayî ḧeqîqet bûy
welî’ehdî terîqet bûy řeyîs û cênşînim řo
çiraẍî xanedanê bûy şû’a’î bazyanê bûy
gułî naw gułistanê bûy wenewşey ferwerdînim řo
eto bî merqedî pakit binêre ’etrî ser xakit
le bo derwîşî ẍemnakit nişatî diłẍemînim řo
yetîm mawin hemû derwêş, bira û ewlad û qewm û xwêş
birîndare diłî piř êş deway zexim û birînim řo
«emînPen name» mawe le hîcranit le ḧeşrê degrê damanit
ser û małî be qurbanit ’ezîzî nazenînim řo