şîngêřî şêx îsma’îlî berzencî

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 2 minutes  652 views
dîsan wa bay xezan birdî ’ezîzî guł’uzarî min
temî dagirt jyanî min, buwe payîz beharî min
dirêẍa newgułêkim bû degeł badî xezan řoyî
be wêney bulbulî xembar biřa sebir û qerarî min
dirêẍa aftabî min heta ḧeşrê ẍirûbî kird
nema ummêdî řûnakî le bo şewgarî tarî min
dirêẍa řûyî pakî şêx îsma’îlî berzencîPerson
le jêr xakî zemîn win bû xira bû řojgarî min
were peykî xeyal îmřo, biřo ta ’alemî eřwaḧ
bike îzharî derdî min le qewlî min be yarî min
ke ey murşîd le paşî to nema nûrî du çawanim
be to bû roşnayî her dû çawî eşkibarî min
le paşî mergî to qurban nezanim boçî min mawim?
řefîqî bêwefa bûm û ecel neykird şikarî min
le paşî řûyî pakî to şinoLocationm lê bote wêrane
degeł kê sebrî dił bênim be kê bê î’tibarî min?
be ẍewsî e’zemî beẍda, be îsma’îlî welyanî
be me’řûf û be sedreddîn eto bûy şehsewarî min
le kwê yarêkî dî wek to le em dunyaye peyda kem?
eto awênekey dił bûy gułî ’alî tebarî min
hezaran şukirî ḧeq bê taqe ewladî ’ezîzî to
degeł min saḧêbî lutfe le bo her kar û barî min
emînî uşnewîPen name meşmûlî merge pîr û me’lûle
le řojî meḧşerê qurban şefî’ be bo fişarî min