şîwenî pîrî şemzînî

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 1 minutes  624 views
le řûyî her wek aftab, ey şahî şemzîn elwîda’
win bû de jêr barî tuřab, ey şahî şemzîn elwîda’
lew qametî serwî řewan, lew taqî dû ebroy keman
ba sed hezar ah û fîẍan ey şahî şemzîn elwîda’
bê gewre mawin xaneqa, mawin murîdan řû sya
bê murşîd û bê řahnema ey şahî şemzîn elwîda’
řoja to çûye ẍurbetê, bûm na’umêdî řo’yetê
demkut be dax û ḧesretê ey şahî şemzîn elwîda’
ey seyd miḧemmed newcewan, ey nûrî şem’î xanedan
paşî to çibkem der cîhan ey şahî şemzîn elwîda’
ya řebbena řojî ḧesîb, le zyaretî her dû ḧebîb
neykey emînPen nameê bê nesîb ey şahî şemzîn elwîda’