wełam

From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
Jamil Ranjbar (1949-1980)
 2 minutes  587 views
gyane nameket..
namey serkone û karî zameket
bedił xwêndimewe pitir le carê
nime firmêskim boy kewte xwarê
coşî sikałay naxî derûnit
diłdarî řûnit..
pałî pêwenam
ta derbiřim hoy qułî û kułî zam
serkonem meke take nazdarim
bo dernebřînî witey teř şîrîn
witey nask û piř sozî dêrîn
ca diłnyabe..
çak diłnyabe, xoşewîstekem
şeydakey dwênê û to peristekem
bełam gyanekem
ewey ebîstim, herçî ebînim
ewey tûşî bûm
ey goştê ten û demarî jînim
naçarî kirdûm..
lecyatî wuşey piř (xoşewîstî)
yadî řabirdû řojanî mestî
wişey (peristin)
( endêşe swîn le leşî kuştin)
çend wişeyekin tirsinak mebest
(neře) û (zirme) be her (deng û teqe)
her basî (řastî) û(hełe) û řê y (heqe)
(biřîn û diřîn), (mirdin û giryan)
řêçkey hatûço bo ser kurdistan
wişey (kuştin) û (agire û asin)
mêşk û dił û gwê lewane kasin
boye gyanekem, çît bo binûsim?
ew siruşane bo min hewên bin
yek le yek pitir wa diłtezên bin
çît bo hełbestim..?
çon awdêrî kem be soz û hestim
bêmewe doxî wek herzekarîm?
lebîr kem hestî netewayetîm?
bîxeme ewla gişt kurdayetîm?
lepênaw tamî kostî diłdarîm..!!
zor çak bizane min goşt û xwênim
çon to perist bim mergîş bidwênim?!
xo (emonya) nîm..!
mawey çirkeyek bibme awu gaz
lejînî xoşim zor diłnya nîm
ta dest lemil bîn lebaxî miraz
azîz min lawim:
cezrebe û dwawê ke têy aławim
ya ew derdaney gel gîrodey bûn
emanben berew gořî lenawçûn
pêwîstî zore! be yarmetî toş
legełma were, diłit bêne coş
nek bo mebestî wişey (diłdarî)
bo řabwardin ya bo girye û zarî
bełkû bo (xebat)
ba xoşewîstî..
wek meşxeł bê bo řizgarî wułat
des lenaw des bê
serkonem meke, îtir ba bes bê
şadî û bextyarî gel û nîştiman
ba bête berî řencî têkoşan.