ew baye nîm..tenha jûrî hełmijê

From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
Jamil Ranjbar (1949-1980)
 1 minutes  702 views
ay lew diłey ke werziş le gořepanî singit deka
ay lew çawey, le pêşbiřkê y tîşkî xora.
ewî dûrîm degryenî û... agir têkeł dengit deka
***
gyane eger ba bûmaye û bend bikirabam
xo nedebûm henasey xobadanî şeqamekan
nedebûm be oksicîn û...
giř xoşkerî, sehoł bendî telarekan
«ba» bûmayew bendibkirabam...
benaw kunî tel bendanî, dîwarneba, nedexzîm
herçî bonî gułî sûre, min debûm û nedebezîm
«ba» bûmayew..
denûk sûrî, naw sîyekanî hejar nebam
mel nedebûm.
wa bûmaye... gemê sûrekanî ’îraqim pał deda le dîcle jan
berew lutke ser nekewtibam
pêłûy çawî gel nedebûm.
min ew bayem... şemałekem, lenaw kelî kêwekana
piřawpiřî dił řijawe
tenha gyane... gerdelûl û ziryanekem, bend kirawe