janî şořşî sibeynê

From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
Jamil Ranjbar (1949-1980)
 2 minutes  784 views
le dwênêwe... wa depirsim
key xor hełdê, le çawî to
hatim, hatûm...
key byabanî min maç deka
key řêy dûrî diłim debřê
key dê...
bê û tînwêtî y gerwî jînî min maç bika?
*
serguzşitey minałê bûm
le baraşî xemî emřo...
geřam ,geřam...
ke dîtmewe...
bom bar nekira... bom lê nekira...
awřim dawe... aşewanêk hate firyam
serguzşitey minałê bûm
dîtim şwanêk..
lenaw gerûy tifengî swara
xewî dehat...
zor nemabû, řane meřêk.
le pawanî mirdin řaxat.
minałê bûm...
le korîtî hejarîda... dengêkim bîst
giryanim bîst... hawarim bîst
şew têpeřî, řoj têpeřî... xewm nehat
tumez kiç û kuřî xebat
yekyan dewîst...
jehrî dujmin... neytiwanîbû lêkyan bikat
*
serguzeştey minałê bûm
be dezûy kolarey aştî
hełgeřame, ser qondaẍî, kêwî aram
ke seyrim kird...
ta agirîş... le cyatî newt
biłêsekey her xwênawe
ke gêřamewe, bo daykim
witim: daye birjangî mêjûy çend sałem
le naw zamî kotrêkî denûk sûra..hełhênawe
*
serguzşitey hejarê bûm
le tînwêtî y gerûy çiray tarim pirsî: bo bê awî
witî: axir řubarekan piř le zêrûn.
le afretî naw kelawey janim pirsî: bo bê pyawî?
witî: hêşta kes neyxiwastûm
le diłdarîm negeyştûn.
serguzşitey minałê bûm:
le řoşnayî çawim pirsî: bo bê pişûy
witî: herçî min dey bênim wa çewsawen
le mandiwêtî qaçim pirsî: to bo mandûy?
witî: hendê... zor ḧesawen.
zengî diłî karwanî xor hêşta mate
bastîlî şar... sipartakosî têda qate
*
hatim hatim,
emřo le jêr sêberî zam
êmey beçkey mêjûy nakam
çon řizgar bîn pirsyarmane
pirsyarî kurd yekcar zore
wełamekey...
le beharî kurdistanî řizgaraye
le têrbûnî zigî birsîy hejaraye.
(le mîhrecanêk le kerkuk be boney 16y ab sazkira. şa’îranî şarekanî kurdistan beşdar bûn, xwêndirayewe.}