fêrgey xoşewîstî

From the Book:
Dîwanî Cemîl Rencber
By:
Jamil Ranjbar (1949-1980)
 1 minutes  1057 views
ey denûk sûr
ey giřî çawî naw sinûr
eger řojê.. firmêskî çawman xwardewe
nanî destî dagîrkerman henardewe
ger le zimanî hejar fêrbûyn
le azarî birsî têrbûyn
ewsa bałî aştî derdê
řojî yeksanîman hełdê
٭٭٭
ey denûk sûr
ey giřî çawî naw sinûr
ke çûyn bo xwêndingay behar
le daristanî singita
serbest giryayn
le kanî sardî çingita...
bo agirî mebest giryayn
ewsa peřî aştî derdê
řojî yeksanîman hełdê
٭٭٭
ey denûk sûr
ke endamî leşî kujraw... kiraye pêt
le ser dêřî wişey tołe
dîman hejar... peyamêkî nwê y bekołe
ewsa namey xoşewîstît bo denêrim
biřwanamey şořişgêřît pê despêrim
٭٭٭
ey denûk sûr
ey giřî çawî naw sinûr
were herdû..
ba le çawî lêłî sûrî çya bipirsîn
ba edresî
xorî dûrî gel binûsîn
le ser peřey diłî zîndû
ba binûsîn: yeksanî bû
çî hejarî şořişgêře maçî tifeng deken buxû