yekî xist řojî ezel destî qeza

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  840 views
yekî xist řojî ezel destî qeza
çîhreyî bextî min û zułfî sya
ger weha ’îşwegere şahîdî bext
bo kefî bextî ẍerîb nîle ḧena
kewte dest qametî serut be tereb
le xyabanî îrem, neş’unuma
’arîzî seyqelî mîr’atî diłe
’eksî řût, dwaye be ayîne cela
wekû min pîrehenîş bedbexte
ya debête kefenim, ya be kewa
çunke new’êke wefay yar û ḧubab
le ezel herdû řicû’in be hewa
le kemîn qelbî diłe tîpî mujet
ḧîleco bo yêrşin řû be qefa
meke «salimPen name» le yema cuhdî necat
qulzumî ẍem nîye meydanî şena