bêjin be aẍay xełîfezade

From the Book:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
By:
Mela Marif Kokeyi (1875-1945)
 2 minutes  560 views
bêjin be aẍay xełîfezade
le lay xoy ehlî ’eqił û sewade
emma le nezim û nesir û teḧrîrî
le ’îbařat û nutiq û teqrîrî
wa me’lûm debê ya zor bêbake
ya xo dûr lewî zor bê’îdrake
qesîde řacî’ be taşînî řîş
derhem û berhem wek řêşî dił řîş
le yek meḧfilda be sûřet ’alî
deyanxiwêndewe ’elettewalî
ew nezim û nesir û ’îbařatey to
ew fermayş û xurafatey to
bo pyawî ’alim zor neng û ’are
ya dełên şête ya dełên hare
birader eto bo şa’îr nabî
xatirit cem bê qet qadir nabî
nikakim mina fî cwabhaArabic
adxilwa albît min abwabhaArabic
ew car beserçû, îtir xot meke
beynul’udeba, sexre û mezḧeke
azad kirdinî řidên mendûbe
ḧusin û zînete, fire meḧbûbe
to îşt çîye be řîşî feqîr
tenqîdî dekey bêfkir û tedbîr
fê’lî tekelluf ber tîbqî usûl
be fermayşî ’ulemay fuḧûl
mendûb û mekiruwe, wacb û ḧeram
pêncem mebaḧe, baqî wesselam
jêr řîşîş daxîl qîsmî mebaḧe
řacî’ be meyl û qelb û selaḧe
êste be fitway ’ulema’î nû
mekiruwe mebaḧ bû! mendûb le dest çû!
gwêlkin be mîsdaq kelamî qedîm
mina’ lilxîr mi’tid asîmArabic
teşbîhî be cû nabête delîl
qet wa meyêje dexîl sed dexîl
atḧad şikil sabiq alaḧilArabic
tekzîbit deka eşxasî ’aqil
gerçî sofî nîm, emma derwêşim
le řîş û bin řîş dîde depoşim
eger ḧez dekey şitêk bizanî
le ’îlim û edeb, le ẍezelxiwanî
anzir aş’arî ya firadhaArabic
ti’irf alaşya’ bazdadhaArabic