esma’î şerîfî şeřefî ’eřşî berîne

pesnî pêẍember
From the Book:
Dîwanî Cewherî
By:
Jawhari (1875-1958)
 2 minutes  474 views
esma’î şerîfî şeřefî ’eřşî berîne
mumtaze le xełk, eḧmede, meḧmûde emîne
teşbîhî qedî řêk û dilarayî be çî bikem
her çî ke biłêm çatre bałatrî nîne
ya řeb meke em sîneme xałî le xeyałî
bê qîmete enguşterî xałîy le nigîne
miselmanîMissing suleymane debê ’ummerîMissing çî bê
fařûqêke milbaderî şeytanî le’îne
--- Missing ḧebeş xadîmî dergahî bîlalî
kemtir xedemî xadîmekanî şehî çîne
şerḧî derecey gewreyîy yaranî çi nadem
cewwade, xudadade, edeb zade, mekîne
mê’racî be yek dem le şewî tar û syada
sûřhênerî ser bo beşerî waq’ibîne
her ta degeme xizmetî, bê weqfe birakem
bem merheme sařêjî kem em hemwe birîne
xakî derî aramî diłe da’îme cêy bê
bêbeş nebê bełkû le ’etay em şehî çîne
bem şewqewe ’ezmî seferî miłkî seba ke
qesdî seferî wa berî ’ezmêkî metîne
sozêkî le diłdaye, diławaye, biłêsey
piřşingeke lew nûrî direxşanî medîne
şewqî ewe toşey seferî cewherîPen name herdem
ew şewqe ḧeyatî minî ẍembar û ḧezîne