erê ey nefsî bê şerim û ḧeya takey hewesřanî

From the Book:
Dîwanî Cewherî
By:
Jawhari (1875-1958)
 7 minutes  1355 views
erê ey nefsî bê şerim û ḧeya ta key hewesřanî?
heta key ẍefłet û sistî, heta key cehil û nadanî?
heta key pêřewî şeytan û řêgey xwar û xêç degrî?
heta key serkeşî û fîsq û ficûr û kîbir û tuẍyanî?
le bîrit mawe dewrey zîndeganît çon be serda hat?
le mindałîtewe ta ’esrî pîrî û ’umrî nocwanî
seraser bot ḧîsab kem ’umrî şîrînit çilon řabird
çilon lat da le řêy ḧeq, kewtê řêy tarîk û zułmanî
ne bo dinya ne bo ’uqba be karî xot û kes hatî
ne qewl û fê’lî çakit bû le her dû lawe xusranî
leber qapên û mezreq dakutan û xazełî û bazî
be mindałî neçûye medresey teḧsîlî însanî
be řoj mêşên û topên sen’etit bû takû řoj’awa
be şew gurzên û şayî ta tilû’î řojî nûranî
be zille ya leber dardestî mamosta biřêkit xwênd
le elf û bê û ḧînce û saye, dû sê cuzwî qur’anî
le tomarî simaylname nextê, nagehan dû peř
ewîşt zû feramoş kird û netfamand û netzanî
le lay xo hatye ser nûsîn û meşqî farsî emma
heta hatî xirabtir bûy leber qełbî û girancanî
le xettî farsî û tazî nesîbêkit nebû ḧeyfê
le şêwey řesim û nesix û neste’lîq û řeyḧanî
le dewrî mekteba wa bû ke kewtye medresey ’îlmî
dû sê new’it ’ewamîl xwênd ledûy tesrîfî zencanî
le se’dułła çikole û şerḧe muẍnî, dû peř û layê
le se’dînî heta fesił û becêt hêştin be nuqsanî
le weł’ û îstî’are û camî û sîwtî ke serkewtî
wedûy nefis û hewa kewtîy û kewtye meşqî şeytanî
mutałay dersî řojanit - Missing nezer û îşaret bû
lebatî dewrî sîwtî her dełêMissing baba û goranî
şewî sê şemme û cum’e heta řoj gorewîbazî
le tawkewtin heta êware her kewşên û zoranî
lîbasî cahîlanit kirde ber bo milqutey banan
kiławî lar û piştênî zil û enguçkesoranî
ke destit kird be mentîq cîns û fesłêkit ke ḧałî bû
be de’ye û fîzewe bałtey debîbit xiste laşanî
keway qutnî dirêjit řast le pencey kewşî sûr dexşa
ketanî řîşwedarit pêç deda wek befrî --anîMissing
mûtewwel bû be derist, muxteser derçûy le xwêndinda
bedî’it wek beyan naqîs, me’anît nîweçił zanî
xeyałî xwêndinî cem’ulcewamî’ kewte ser fikirit
legeł mînhac û îbnulqasim û teḧrîrî bennanî
le tecrîd û mwaqîf, qazî larîy û çeẍmînî
le usturlab û zîc û hendese, eşkałî burhanî
lewan ’îlmane her yek yek dû beḧis û mes’elet xwêndin
lelat wa bû tewaw bûy wek melay bokan û turcanî
hewayêkî biłindit kewte ser ba boy biřom, emcar
geřay, sûřayewe kerkûkLocation û hewlêrLocation û suleymanîNamed-Entity
leber tenperwerîy şeş mang le hîç laye nebûy sakîn
bełê kerkûkLocation û hewlêrLocation germe naxoşe suleymanîNamed-Entity
heway aw û heway şarî sineNamed-Entityt kewte xeyał û çûy
be set zeḧmet ke damezray le ḧucrey darulîḧsanNamed-Entityy
lepaş dû řoj ke sûřit xward le dewrî şar û baẍatî
ke çawit kewt be mizgewt û be bazař û be dûkanî
witit em cêye cêy ’eyşe be dewr û dersî qet nadem
sefay awîderNamed-Entity û kanî şefaNamed-Entity û baẍ û gułistanî
şew û řoj kûçegerdî û çayî xwardin kar û pîşet bû
leser ḧewzan û baẍan çepłeřêzan û ẍezełxiwanî
leber te’ney řefîq û hawser û bab û bira û cîran
îcaze û kaẍezit wergirt lepaş ’umrêkî tûlanî
ke derkewtî, weřê kewtî berew mał mujdeyan hêna
bîḧemdîlla melaman hatewe daykim be qurbanî
le aẍa û noker û pîr û cewan, bê mał û dewłetmend
be îstîqbalewe derçûn le dê, jin hatne ser banî
siławat lêdra, şerbet xura, şadî kira emcar
melaman pyawî çake zû denasîn řêy musułmanî
’ebay nayîn le lay aẍawe bot hat û mu’eyyen bû
berat û aş û xanû, mûçe û cê cût be terxanî
ke cêy xot girt û damezray û nextê îḧtiřamit bû
becêt hêşt mînber û mîḧrab û eḧkamatî quř’anî
le ebwabî qeza û de’wa, le cerḧ û tezkyey şahîd
beła bo çî ’îbadet şerit û řuknî cum’e nazanî
wetaẍit kirde menził lay serûy aẍawe danîştî
be çokda hatî wek bulbul be qewwalî zimanpanî
îtir însafe ta key řeḧmî xêrêkîş be xot nakey
heta key talîbî dinya, řefîqî nefis û şeytanî
ser û řîş û simêłit pak sipî bûn û didanit kewt
serî bê meẍiz û destî lerz û bałay xwar û goçanî
temay çît mawe bew gwêçkey giran û çawî nabîna
îtir ta key be ẍefłet her wekû tifłî debistanî
ewêstaş takû mawî ta nemirdûy çaresazê ke
çiray xêrat û ta’et hełke bo nêw qebrî zułmanî
le kirdarî xirap û qewlî bê me’nî peşîman be
dexîlit bim lepaş mirdin be kar naye peşîmanî
leber qapî xuda řaweste ’efwî lê temenna ke
be sozî sîne û cergî kebab û eşkî baranî
leber derkî xuda kes nahumêd û bênesîb nabê
mełê curim û gunahim zore me’yûsim le êḧsanî
xudawenda be ḧeqqî zatî bêçûn û sîfatî xot
be tewřat û be încîl û be î’cazatî qur’anî
be ’erş û kursî û lewḧ û beheşt û cennetulme’wa
be tesbîḧ û be tehlîl û sicûdî xeylî řûḧanî
be ḧeqqî adim û şeys û şu’eyb û nûḧ û îbřahîm
be zulkîfil û mesîḧa û kelîm û pîrî ken’anî
be taqî dû biroy serdar û serḧełqey řesûlanit
be ehil û beyt û esḧab û řefîq û dost û xwêşanî
be sîdqî ḧezretî sîddîq û ’edlî ḧezretî fařûq
be zuhdî ḧezretî ḧeyder, be zînnûreynî ’usmanî
be exlaqî ḧesen, xwênî ḧusên û baqî mezłûman
be newḧey fatîmey zehra le geł firmêskî çawanî
be nûrî pakî zeynul’abdîn û baqir û ce’fer
be mûsay kazim û sebrî řeza, şahî xorasanî
be îxlasî teqîy û hem neqî emcar necatim bê
le dest mekir û fesadî nefis û teswîlatî şeytanî
be ḧeqqî ’eskerî û mehdî, be ḧeqqî qasim û selman
be ḧeqqî ’eşqî şahî bayezîd û pîrî ken’anî
be ḧeqqî bû’elî û yosif, be ’ebdulxalq û ’arf
be ḧeqqî xwaceyî řamtînî û pîrî ’ezîzanî
be ḧeqqî xwacebabay semasîy û emîrseyîd
be ’îzzî şahî neqşibend û be qurbî ẍewsî geylanî
be ḧeqqî şahî ’ettar û be ye’qûb û ’ubeydîlla
be ḧeqqî zahîd û derwêş û baqî qutbî řebbanî
be ḧeqqî ’uřwetulusqa, be seyfuddîn û seyîdnûr
be etwarî ḧebîbułła û mezher, canî cananî
be ḧeqqî şahî dêhlî, nûrî sîney ḧezretî xalîd
be sadatî kîramî nehrye û pîranî ’usmanî
zelîl û bêkesim kewtûm leber derkî xudayî to
gunahim zore bimbexşe xudawendêkî mennanî
bo xot fermûte perdey ’eybî kes hełnagirim ya řeb
bipoşe ’eybî em bêçare to settarî ’eybanî
bo xot fermûte ẍeffarî zinûbî ehlî ’îsyanim
emin tobe, eto bimbexşe, bexşendey gunahanî
be qurbî qabeqewseynî řesûlanit bige firyam
le wextî nez’ida mergê be îman û be asanî
xecałetbarî qebir û ḧeşir û mîzanim nekey ya řeb
le dinya û axîret her to xudawendêkî řeḧmanî
le sifrey nî’metî xot cewherîPen name bêbeş nekey ya řeb
kerîm û muḧsîn û mu’tî, wedud û saḧîb îḧsanî