demêke řoj û şew karim demadem zarîye û şîne

From the Book:
Dîwanî Cewherî
By:
Jawhari (1875-1958)
 1 minutes  402 views
demêke řoj û şew karim demadem zarîye û şîne
ser û bergim le hîcranî weten sertabepê şîne
nexoşin mîlletî êran, tebîbî dewłetîş naşî
netîcey întizarîş bo xweşî mîllet nexoşîne
hemû yaran le bêkarî deken tîkirarî bê’arî
welê tîkirar û karî min hemûy yasîne ya şîne
şeřab û şahîd û şem’im le şewda şu’leyî ahe
şihûdim ’adîle şî’irim ke axryan hemû şîne
decoşim her wekû qazan deřêjim eşkî wek baran
nemawe coşiş û koşiş şewî min boye coşîne
heta coşiş neka beḧrî îrade û ’ezmî merdane
lelam bêḧasłe em qîl û qale, wextî koşîne
depoşin çarşewî ’ar û denoşin camî bê’arîy
eto merdî lebo poşakî to poşînî pûşîne
le eşkî herwekû yaqût pyałey çaw lebaleb bû
şew û řoj kar û barî cewherîPen name lem badenoşîne