diłî birdim be naz û ’îşwe dîsan şoxî ’eyyarê

texmîsî qesîdeyêkî ẍezelî mistefa begî kurdî
From the Book:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
By:
Sheikh Riza Talabani (1831-1910)
 2 minutes  1697 views
diłî birdim be naz û ’îşwe dîsan şoxî ’eyyarê
firîbî dam be sîḧrî çawî xoy meḧbûbî seḧḧarê
le hîcrana teqim kird ey řefîqan kwa mededkarê
«eman mirdim ’îlacê, sa le řêy pêẍembera çarê
wîsal, ya qetił û ya teskîn, le hersê bom biken karê»
be dewrî nêrgisî mestî kesê neymawe meylî mey
le bo şehdî lebî le’lî denałênê diłim wek ney
le tabî ateşî ’eşqî bikem dad û fîẍan ta key
«ewend sûtawim esła tabî feryadim nema sa dey
řefîqan nîwesûtin êwe, namerd ’erze hawarê»
le řêgey ’eşqida nayane pêm zincîre mecnûnî
le destim çû řumûzî danş û fehmî felatûnî
weku şexsê ke zarî ka le cewrî dujminî xwênî
«le kuncî sîne dengî ay û oyî dił dê be meḧzûnî
wêran bê nemdî satê lêy neyê nałey birîndarê»
ke çawî saḧîrî destî be ẍemze û naz û îma kird
meta’î ’eqił û hoş û derkimî tarac û yeẍma kird
kesê neygut dirêẍa kê etoy wa şêt û şeyda kird
«elay herkes deçim men’im deka, xot boçî řiswakird
dirêẍ kwa ḧałzanê řebbî tûşim bênî bîmarê»
gutim wek surmeye bo çawî ’aşiq xakekey jêr pêt
le ulkey ḧusnida ger lafî şahî lê bidey lêt dêt
gutî meyxane bê dayîm be yadî çawî mestim cêt
«seba yaranî meclîs ger hewałî min bipirsin lêt
biłê kêşawyetye meyxane çawî bêçuwe ’eyyarê»
serî cengî heye dayîm legeł min çerxî dunperwer
ne bextim yar, ne çerxim yawer û ne tal’im řehber
ewend bê řeḧim û saḧîb kîneye derḧeq be min dilber
«le nez’a pêy ełêm, qurban cefa besye, dełê, kafir
erê çît dîge to seg merg karim mawe pêt carê»
nemawe řewneqî bazařî ’eqił û danîş û wirdî
be pûlê naykiřim lem ’esreda ’îlmî «ebî werdî»
le eş’arî řezaPen name peydaye asarî cewanmerdî
«duřu yaqut debarê lem kelamî şîrnî «kurdîPerson»
xwa sakwa le dinyada qedirzanê, xerîdarê»