ḧewşe řeş

From the Book:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
By:
Sheikh Riza Talabani (1831-1910)
 1 minutes  1261 views
ḧewşeyêkim heye beqeder lepê
řoj ’îlacî nekem beşew etepê
menfez û dirz û awdizî herçend
deygirim, deykutim be dest û be pê
şew ke dêm, dem dekatewe weku har
wa ezanim sege û be min eḧepê
. . . . . . . . . .Missing
ser û řîşim piř le řişk û sipê
xemî şagirdekan zyatir exom
gewre her çake, ax le des des û pê
jinî westake bo çi negêm tuxwa
saq û simit lûs kuz piřî derpê