zemawendî behar

pêncixiştekî xwalêxoşbû qazî kake ḧemey qizłicî leser ẍezełî awat
From the Book:
Şarî Diɫ
By:
قازی کاکە حەمەی قزڵجی
 2 minutes  627 views
werin sofî! wekû derwêş bikewne gałegał ewşo
were nêw baẍî ’îşret, ey nemamî çardesał! ewşo
bide cam û mezey maçit le kułim û lêwî ał ewşo
be sirwet pê dełêm çawim! kizey dê bay şemał ewşo
çizey dê cergî birjawim bebê polû û zuxał ewşo
derî pîrî muẍan awaye, qapî meykede wazin
ciḧêł û pîr û mindał meygusar û badeperdazin
suraḧî keyl û mutrîb mest û saqî sade wu sazin
kuřukał dem bexenden, kîjukał piř ’îşwe wu nazin
bizey dê ẍemze wu řemz û îşarey çawî kał ewşo
zemawendî behare, katî seyran û şeq û goye
seba berbûke, zawa ’endelîb, perde kenar coye
desa bulbul le pêşwaza bixiwêne, dawetî toye!
seraser feřşe çîmen, bo qudûmî bûkî guł, boye
zimanî girtuwe her çeşnî tûtî, kunde lał ewşo
le xełwetxaneyî xał û bełekda xasekew cûtin
le ser sifrey çemen, şewnim meye, guł camî yaqûtin
şine û sirwey beyan têkeł henasem bûn û engûtin
be teşrîfî nesîm, şewbo û nêrgis pakî pişkûtin
le xoşyan bulbul û qumrî dekewne qîluqał ewşo
wenewşe laremil, dama le meydana be tenyayî
ewa nesrîn serî bo pirdebaz řona, be tenyayî
ewa řojî le qîs çû ’aşiqî şeyda be tenyayî
ewa her çaweřêye nêrgisî şehla be tenyayî
be carê bû sipî çawî be ummêdî wîsał ewşo
şikofe pêkenî řûy kirde swêsin yanîha bigrî
nema ehrîmenî zistan, welaçû şîddet û qehrî
hezar qews û qezeḧ řabû be řengî tawus û çetrî
be dengî bulbul û qumrî, temaşa dił çilon degrî!
dełê bigirin be dił qedrî, cemałî kîjukał ewşo
çinar geyye çinûr, pêçra sinewber perçem û sunbuł
ewî nextê le kara bû geyşte meqsed û menził
betenya her «qizłicîPen name» kewte dûy xêł û negeyye dił
«îmamîPerson»ş herwekû bulbul be hîway pêkenînî guł
denałênê le ser her çił, be yadî xettuxał ewşo