namey selaḧeddîn aştî bo awat

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
سەلاحەددین ئاشتی
 1 minutes  536 views
selaḧeddîn aştî xoşewîstî awat le katî serbazîda ke le şarî bûşîhrewe ew şî’raney legeł nameyekî çend lapeřeyî bo îmamî nûsîwe.
seyîdî pîrozî azîz! yadî to demda dine
dił wekû polûye qurban! toş ke lêm bûye şine
řêy ewîn awrînge, dêt û zêřweşanî lê deka
xoşewîstî arezûye bê sinûr û gułçine
min şewm daym be dûy xurşîdî xawerda deřom
ey hetaw! řaweste tawê, şew xerîkî sûtne
her be dûta dêm hezaran car becêm bêłî û biřoy
şem pepûley çon newê, ew wa mebestî dîtne
pał welaşîpanî dergaket dedem ewsa dełêm
pêk geyştinman be mergîşim tewaw bê şîrne
ew witey lêwtî be nêwî nîştimanê kirdewe
zerdeyî řûnakîye, mujdey le kel serkewtine
qef qefî kêw û çya kwa bergirî bîrim deka
axrî her pê degem řojêkî, aso î mine